BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya bîranînê destpê kir: Kujer dewleta Tirk e!

Bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê ya Duyemîn li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya çalakiya bîranînê destpê kir. Di çalakiyê de dewleta Tirk a kujer û bêdengiya Fransayê hate şermezarkirin.

KOMKUJIYA PARÎSÊ

Çalakiya bîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku 23'ê Kanûna 2022'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) destpê kir. Kurdistanî û dostên wan li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn û dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan. Di çalakiyê de wêneyên cangoriyên herdu komkujiyên Parîsê hatin hildan.

Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya di saeta komkujiyê de destpê kir.

'KUJER DIYAR E, DEWLETA FRANSAYÊ ÇIMA BÊDENG E?'

Bi navê TJK-E'yê Dîlan Amed di çalakiyê de axivî û got, "Kujer diyar e, dewleta Fransayê çima bêdeng e?" Dîlan Amed anî ziman ku dewleta Tirk biryara komkujiyê da û bangeke bi vî rengî li dewleta Fransayê kir: "Eger dewleta Fransayê naxwaze hevkariyê li vî şerê qirêj ê dewleta Tirk bike, divê vê komkujiyê ronî bike."

Xizma şehîd Evîn Goyî, Emîne Kara bi bîr xist ku Evîn Goyî li Kampa Penaberan a Mexmûrê mezin bû, li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û got, "Mirov ji têkoşîna Evîn hêzê werdigirin. Li Rojava wezîfeyên girîng bi cih anî. Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de kedeke mezin da. Piştî ku birîndar bû hat Ewropayê, lê ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Em weke malbata wê dixwazin ev bûyer bê ronîkirin. Em ê dest ji têkoşîna Sarayan, Evînan bernedin. Em ê heta dawiyê têbikoşin."

'KUJER DEWLETA TIRK E'

Xizmê şehîd Abdurrahman Kizil, Celal Tûran jî bi bîr xist ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hîn jî nehatiye ronîkirin. Tûran diyar kir ku ew zanin bê kî li pişt komkujiyê û got, "Dewleta Tirk li pişt vê komkujiyê ye. Ji ber ku Komkujiya Parîsê ya yekemîn nehate ronîkirin, ev komkujî hate kirin. Lê belê ev çarenûsek nîne. Êdî bes e! Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî firsendeke mezin a paşerojê ye ku sed salan carekê bi dest dikeve. Divê Kurd vê firsendê bi kar bînin."

Celal Tûran bang li dewleta Fransayê kir ku ji bo ronîkirina vê komkujiyê çi ji dest tê bike.

'MÎRATEYA ŞOREŞGERÎ JI ME RE HIŞTIN'

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut piştre axivî û got, "Em xemgîn in, lê ewqasî jî bi hêrs in." Zubeyde Zumrut got, "Çawa ku em kujerên li Dersim, Mereş û Roboskî nas dikin, kujerên komkujiyên li Parîsê jî nas dikin." Zubeyde Zumrut anî ziman ku dewleta Tirk bi polîtîkayên qirêj li Parîsê êrîş bir ser şoreşgeran, jin ên pêşeng û got, "Sakîne Cansiz mîrateyeke şoreşgerî ji me re hişt. Evîn sîstema Rojava ji me re hişt. Em ê xwedî li mîrateyên wan derkevin."

Bîranîn wê heta saet 18:00 dewam bike.