Damezrandina PKK'ê li Osloyê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li herêma Oslo ya paytexta Norwêcê dijîn, ji bo pîrozkirina salvegera 45’an a PKK’ê li hev civiyan.
Kurdistaniyên li herêma Oslo ya paytexta Norwêcê dijîn, ji bo pîrozkirina salvegera 45’an a PKK’ê li hev civiyan.
Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê û cîhanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir û şert û mercên zehmet ên ku PKK di bin de ava bûye û çawa ji hemû zehmetiyan derbas bûye vegot.
Delîbaş destnîşan kir ku heta damezrandina PKK'ê dîroka Kurd û Kurdistanê ji aliyê dijminan ve dihat nivîsandin, lê piştî damezrandina PKK'ê gelê Kurd bi hiş, cesaret, xwîn û jiyana xwe dîroka xwe nivîsand û bedelên mezin dan.
Delîbaş ji bo PKK'ê got, "Partiya Şehîdan" û bal kişand ser berxwedana mezin a yekemîn kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên li zindana Amedê li dijî cuntaya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê û guleya yekem a sala 1984'an de hate avêtin.
Delîbaş bal kişand ser komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Komploya navneteweyî plana NATO'yê ye."
Delîbaş got, “Pergala Îmraliyê ya ku di cîhanê de mînaka wê nîne jî karê NATO’yê ye. TC li Îmraliyê tenê cerdevaniyê dike.’’
Delîbaş, da zanîn ku PKK bi paradîgmaya Abdullah Ocalan li cîhanê belav bû û got, "Damezrandina PKK'ê tenê bi têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê re sînordar nebû, bi paradîgmaya Serok Apo PKK li cîhanê belav bû. Li hemû cîhanê dostên PKK'ê û gelê Kurd hene.’’
Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser dîroka PKK'ê hate nîşandan û hunermend Hozan Şemdîn, Şeyda Qewamî, Welat Kobanê û Sîrwan Abdolahî derketin ser dikê.
Her wiha hunermendan bi beşdaran re sirûda Çerxa Şoreşê xwendin.