Li Oslo rejîma Îran hat protestokirin
Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan û Belûçiyan li paytexta Norveçê Osloyê li ber sefareta Îranê hate şermezarkirin.
Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan û Belûçiyan li paytexta Norveçê Osloyê li ber sefareta Îranê hate şermezarkirin.
Di çalakiya ku ji aliyê Komîteyên PJAK û KJAR yên Norveçê ve hatibû organîzekirin de zextên rejîma Îranê yên dema dawî li ser Kurdan û Belûçiyan zêdebûnî hatin şermezarkirin, her wiha hate xwestin ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpêkir û danezanên KJAR û PJAK’ê bi zimanên Fransî û Norveçî hatin xwendin.
Di çalakiyê de hate gotin, “Tevahî gel û pêkhateyên li Îranê dijîn di bin zext û mêtingeriya rejîmê de ne.” Axaftina wiha berdewam kir: “Hemû gelên bindest ên li Îranê dijîn divê yekgirtî bin. Hevbeşbûn û yekgirtîbûn wê dawiyê de ji civakê re azadî, demokrasî û edaletê bîne. Rêya azadiya Kurd, Belûçî, Azerî, Ereb, Sûnnî, Behaî, jin û karkeran ji têkoşîna hevbeş/yekgirtî re derbas dibe.”
Endama Komîteya KJAR ya Norveçê ku bi eslê xwe Albanî ye Monda Karayî di axaftina xwe ya bi zimanê Albanî kirî de bal kişande ser zextên li ser gelên li Îranê tên kirin û bang li her kesê kir ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin tevgerê.
Karayî axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir.
Di çalakiyê de nûnerê Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê Fexredîn Lûtfî jî bi zimanê Farsî axivî û bal kişande ser zextên ku li ser girtiyên li Îranê tên kirin.
Çalakî bi qêrîna dirûşmeyên “Ji girtiyên siyasî re azadî”, “Ji Zeyneb Celaliyan re azadî”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.