Çalakî ji aliyê Partiya Çep, Partiya Karkerên Demokrat ên Civakî, Partiya Komunîst û Femînîst Înîsîyatîfê hate lidarxistin.
Liser navê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk, Nazli Yildiz jî diyar kir ku jinên Kurd li Rojava çeteyên DAÎŞ’ê têk birin û pergaleke demokratîk ava kirine.
Yildiz bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û berxwedana Leyla Guven û ya hemû têkoşeran silav kir.
KARLSTAD
Jinên Kurd bi tîşortên ku wêneyê Leyla Guven li ser wê heye tevlî çalakiya pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn. Di çalakiyê de derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.
ESSLÎNGEN
Li Esslîngê yê ku bajarekî Elmanyayê li pêşiya HBF’a Esslîngê standa agahdarkirinê hate vekirin.
Kurd ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û ji bo grevên birçîbûnê hatin ba hev.
Di çalakiyê de pankarteke mezin hate vekirin a ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yê çalakgerên greva birçîbûnê li ser wê heye.
Di çalakiyê de derbarê grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin.