Li Oldenbûrg û Leîpzîgê jî Newroz hate pîrozkirin

Li bajarên Oldenbûrg û Leîpzîgê yên Elmanyayê jî Newroz hate pîrozkirin.

Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê Kurdan bi awayekî girseyî Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê saet di 16.30’an de li pêşiya HBF’a Oldenbûrgê dest pê kir.

Piştî axaftinan dest bi meşê hate kirin û slogan hatin berzkirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan agir vêxistin û li dora agir govend hate gerandin.

LEÎPZÎG

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê jî Newroz hate pîrozkirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Malbatên şehîdan agirê Newrozê vêxistin û li ber muzîkê govend hate gerandin.

Hevserokê FED-KURD’ê Menderes Canbek jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze her dera Kurdistanê dagir bike û li Garê li hemberî gerîlayan 4 rojan nekariye li ber xwe bide.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi govendê domiya.