Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li NRW meşa ‘Ji Ocalan re Azadî’ di roja 2’an de bidawî bû

Meşa dirêj a ji bo Ocalan ya li eyaleta NRW ya Elmanyayê di roja duyemîn de bidawî bû.

Meşa dirêj ya bi pêşengtiya FED-MED, YJK-E û NRW ya bi şîara “ji bo azadî û tenduristiya Ocalan û li dijî îzolasyona tê meşandin em li ber xwe didin” ya li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku duh li Dusseldorfê destpê kir û îro bi beşdariya sedan çalakger domkir, bi coşeke mezin bidawî bû.

Ji bajarên Dortmûnd, Essen, Dûîsbûrg, Munster, Bîelefeld, Koln, Dusseldorg û Bonnê Kurdistanî beşdarî meşê bûn.

Girse îro saet 10:00’an li pêşiya DGB Haûss kom bûn, bi kincên ku li ser nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” û wêneyên Ocalan meşiyan. Di meşê de pankarta li ser nivîsa bi zimanê Elmanî “Komploya navnetewî ya li dijî Ocalan em şermezar dikin” hate hildan. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin. Li aliyê din di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komployê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Li navenda bazarê mîtîngek hate lidarxistin û li ser navê FED-MED’ê wiha hate gotin; “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêbertiyê re mumkun e. Eger dixwazin li Rojhilata Navîn çareseriyekî mayînde pêş bikeve rêya vê di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe.” Piştre belavok hatin xwendin û meşa du rojan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bidawî bû. Di dawiya meşê de banga beşdarbûan meşa protestyoan komployê ya ku 15’ê Sibatê wê li Strasboûrgê were lidarxistin, hate kirin.