Li Norwecê cara pêşîn du Kurd ketin meclîsê

Li Norwecê koalîsyona çepgir di hilbijartinan de bi ser ket û cara pêşîn du Kurd ketin meclîsê.

Mûxalefeta çepgir a ku Jonas Gahr Store ya Partiya Karkeran jê re pêşengtî dikir, hilbijartinên roja duşemê de bi ser ket û dawî li desthilatdariya rastgir a heşt salan anî.

Tê payîn ku wê Jonas Gahr Store di demên pêş de bibe serokwezîr.

Hate ragihandin ku mûxalefetê ji nav 169 kursiyan, 100 kursî stendine. Ev jî têr dike ku koalîsyona mûhafazakar a Erna Solberg ji hikumetê were xistin.

Di vê hilbijartinê de Seher Aydar ji Partiya Sor ji rêza duyemîn û Manî Huseynî jî ji Partiya Karkeran ji rêza pêncemîn ketin meclîsê. Cara pêşîn e ku li Norwecê du Kurd dikevin meclîsê.

Malbata Seher Aydar a welatparêz ji Konyayê koçî Norwecê kiriye. Aydar demek dirêj di nav tevgerên jinan de, di saziyên civakî yên û yên li dijî nijadperestiyê de xebitiye. Aydar soz dabû ku wê bibe dengê hemû Kurd, bindest, têkoşîna mafdar a gelên Kurdistanê û wê li dijî şer, faşîzm û dagirkeriyê têbikoşe.

Huseynî yê ku ji herêma Akershûs a Osloyê di rêza pêncemîn de kete meclîsê, nêzî 23 sal berê tevî malbata xwe ji Rojava koçî Norweçê kiriye. Li Zanîngeha Osloyê di Fakulteya Xebatên Siyasî de mezûn bûye û piştre di siyasetê de çalak bûye. Huseynî diyar kiribû heke ew bibe parlementer ew ê bala siyasetmedarên Norwecê bikişîne ser hevgirtina bi gelê Kurdistanê re.