Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê Newroz bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratik” li qada Ludageriplatzê bi coş hate pîrozkirin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Girseyê ku li qadê cil û bergên gelerî yên bi reng li xwe kirin, flamayên PKK, YPG û YPJ’ê hilgirtin. Pankata “Newroz Pîroz be” li dîka pîrozbahiyê hate daliqandin û wêne û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin. Kurdistanî beriya destpêkirina pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê qadê bi coş kirin.
Pîrozbahiya Newrozê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevserokên FED-MED’ê ya eyaleta NRW’ê Ahmed Kobanê û Şevîn Sîncar û hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo silavkirina gel derketin ser dikê.
Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar xitabî girseyê kir û got ku Newroz di şexsê Mazlûman de veguheriye sembola azadiyê ya milyonan. Şevîn Sîncar îşaret bi girîngiya paradîgmaya nû ya Rêber Apo kir û destnîşan kir ku wê bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo re wê azadî û serkeftin were.
Hevserokê FED-MED’ê Ahmed Kobanê jî diyar kir ku Newroz sembola têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd e û got ku paradîgmaya Rêber Apo rizgariyekî herêmî pêşkêş dike.
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên ji Kurdên Ermenîstanê Dengbêj Tital ve Hozan Ayda dewam kir. Piştre li ser navê YJK-E’yê Kezîban Dogan derket ser dikê û peyama Newrozê ya Rêber Apo ji bo jinan xwend. Bi hezaran kesên li qadê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û çepikan bersiv dan.
BALUKEN: RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN RONAHIYA HÊVIYÊ YE
Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Siyasetmedar Îdrîs Baluken dewam kir. Baluken Newrozê pîroz kir. Baluken îşaret bi rola Rêber Apo û geşedanên ji 27’ê Sibatê ve diqewimin kir û wiha got: “Em dikevin pêvajoyekî dîrokî. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ronahiya hêviyê ye.”
Baluken bilêv kir ku gelê Kurd bi berdêlan heta roja îro hatiye û îşaret bi berxwedana jinan kir û wiha got: “Eger em îro bi azad diaxivin ev bi saya agirê Newrozê ye ku jin, ciwan û gelê me pê dixin. Ev têkoşîn û helwest bi hêsanî nehat avakirin. Bi berdêl û kedên mezin hate avakirin.”
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’
Baluken diyar kir ku ji bo ku rêya pêvajoya çareseriyê were vekirin gava bingehîn pêkanîna şert û mercên azad a Abdullah Ocalan e.
Baluken ji siyasetmedarên li girtîgehê tên girtin re silav şand û wiha got: “Ew di zindanan de agirê Newrozê mezin dikin, em jî li vir dibin dengê wan.”
Baluken diyar kir ku berpirsyariyekî dîrokî li pêşiya gelan e û wiha got: “Li vî erdnîgariyê rûpeleke sedsalî wê bê girtin. Rûpela nû wê bi yekîtiya wekhev, azad û demokratîk a gelan were vekirin. Em vê baweriyê mezin dikin.”
Piştî axaftina Baluken agirê Newrozê hate pêxistin. Pîrozbahî pêşendanên Koma Vardiya, hunermend Hozan Aydın, Nebaz Ahmet, Diyar Gerilla, Koma Hezex û Koma Çarnewa dewam kir. Girseyê li ber stranan bi berzkirina dirûşmeyan govendê gerandin.