Li Newportê greva birçîbûnê ya Îmam Şîş didome

Li bajarê Galler Newportê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş ya ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ewlehî, tendurîstî û azadiya Ocalan dididome.

Li bajarê Galler Newportê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Kurdisaniyê bi navê Îmam Şîş ku hemxwext bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Strasboûrgê re destpêkirîbû didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş a ji bo piştgiriya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê û çalakiya girtiyên PKK û PAJK’ê didome.

Duh Kurdistaniyan bi girseyî serdana Şîş kirin û civînek hate lidarxistin.

Di civînê de çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Ewropa, hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava hate nirxandin. Di civînê de komîteya çalakiyan hate avakirin.