Li Newport û Reîmsê çalakî hate lidarxistin

Kurdistaniyên li bajarê Reîms ê Fransayê dijîn bi çalakiyekê balkişandin li ser grevên birçîbûnê. Li Gallerê jî bi beşdarbûna 50'î kesî çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê hate lidarxsitin.

Li bajarê Newport ê Gallerê dostên Kurdan ji bo balê bikêşin li ser grevên birçîbûnê û piştevaniya bi Îmam Şîş ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 125 roj in di greva birçîbûnê de ye, çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê lidarxistin. Di çalakiyê de peyama piştevaniya bi berxwedanê re hate dayîn.

LI REÎMSÊ STAND HATE DANÎN

Li bajarê Reîms ê Fransayê jî bi danîna standê re bal hate kişandin li ser berxwedana grevên birçîbûnê. Stand li Place d’Erlon’ê hate danîn û têkildarî grevên birçîbûnê belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin.