Li Nantesê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Nantesê yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Li bajarê Nantesê yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Li ser banga Komeleya Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Engîn Sîncar Kurdistanî li Place de Commerceyê hatin ba hev û li navenda bajêr meşiyan.
Girseyê sloganên “Jin, jiyan, azadî”, “Azadî ji Ocalan re” û “Erdoganê faşîst û qatil” berz kirin.
Di çalakiyê de banga hevgirtina gelê Kurd hate kirin.