Li Munîhê bi wesîleya roja dayikan çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê jin hatin ba hev û ji bo dayikên berxwedêr çalakiyek li dar xistin.
Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê jin hatin ba hev û ji bo dayikên berxwedêr çalakiyek li dar xistin.
Komek jinên ku gul di destê wan de bûn bi pêşengiya Komuna Jinan a Sarayê ji bo dayikên berxwedêr çalakiyek li dar xistin.
Çalakgeran xavikên spî dan serê xwe û Leyla Guvên û jinên di girtîgehan de silav kirin. Çalakgeran wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê û yên rojiya mirinê hildan.
Çalakgeran diyar kirin ku ew ê bibin dengê girtiyan û heta ku daxwazên girtiyan bi cih were, wê çalakiyên xwe bidomînin.