Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Munîh, Munster, Saarbrucken û Heîlbronnê Kurd li qadan bûn

Kurdistaniyên ku ji bo tavilê agahiyek derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bê girtin derketîn qadan gotin, “Pêwîste CPT’î biçe Îmraliyê hevdîtinê bike.”

Kurdistanî li bajarên Munîh, Munster, Saarbrucken û Heîlbronn ên Elmanyayê ji bo agahiyek derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bigrin derketin qadan û diyar kirin divê tavilê parêzer û malbat bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bike.

MUNÎH

Li bajarê Munîh a Elmanyayê bi banga KCDK-E û TJK-E’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meydana Stachûsê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya ku Meclisa Jin a Sara û Meclisa Civaka Kurd organîze kirî de, belavoka KON-MED’ê hate xwendin.

Hate diyarkirin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî pêk bê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

MUNSTER

Bi banga NCDK’ê li ber HBF’ê ya li bajarê Munster a Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate gotin, “Rêber Apo xeta me ya sor e” û diyar kirin ku di vê parêzer û malbat demildest bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Di çalakiyê de peyama, “Îradeya me Rêber Apo ye, tenê em dikarin bi Rêber Apo re azad bibin” dan û destnîşan kirin ku heta tecrîd, êşkence û zilm bi dawî ne be Kurd wê li qadan bin.

Her wiha di çalakiyê de bang li CPT’iyê hate kirin ku bikeve tevgerê.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê Kurdistanî di nava çalakiyan de bû. Kurdistaniyên li ber Eûropagaleriyê hatîn gelhev, bal kişandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e û gotin ku pêwîste CPT û hikumeta Elman demildest bikeve tevgerê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

HEILBRONN

Li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê Kurdistanî li qadan bûn. Kurdistaniyên li Klîanzplatzê hatîn gelhev, pankarta bi Elmanî ya bi nivîsa, “Ji Ocalan re azadî” hilgirtin. 

Di çalakiyê de axaftin derbarê tendirûstî û îdiayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate gotin, “Ev demek dirêje ji Rêber Apo agahî nayê standin. Rêber Apo di serî de ji bo Kurdan li Rojhilata Navîn weke Rêberek mezin ê aşitiyê tê dîtin. Heman demê mîmarek ê aşitiyê ye. Banga me destpêkê ji bo CPT û Ewrûpayê ye. Divê tavilê dest bê avêtina vê mijarê.”