Li Melboûrneyê Roja Rojava ya Cîhanê hate pîrozkirin

Li bajarê Melboûrneyê Roja Rojava ya Cîhanê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê Erdogan were darizandin.

Li bajarê Melboûrneyê yê Evûstralyayê 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê hate pîrozkirin.

Kurd û dostên wan meş û mîtîngek li dar xistin.Girse li pêşiya pirtûkxaneya eyaletê hatin ba hev û ji vê derê ber bi navenda federasyonê ve meşiyan. Di meşê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin û berxwedan hate silavkirin.

Senator Rîce beriya meşê axivî û diyar kir ku ew bi gelê Kurd re ne û ji bo ku li ser Tirkiyeyê ambargo were destpêkirin wan pêşnûmayeke nû ava kirine.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî bi telefonê tevlî mîtîngê bû û diyar kir ku çalakiyên li derveyî welat moralekî zêde dide Rojava.