Li Melboûrnê komplo hate protestokirin, Guven hate silavkirin
Li bajarê Ewûstralya Melboûrnê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê hate protesto kirin û berxwedana Leyla Guven jî hate silav kirin.
Li bajarê Ewûstralya Melboûrnê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê hate protesto kirin û berxwedana Leyla Guven jî hate silav kirin.
Li bajarê Ewûstralya Melboûrnê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Vîctorîayê ve hate lidarxistin û di çalakiyê de hate gotin ku divê tecrîd bidawî bibe.
Di çalakiyê de berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 101 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye hate silav kirin. Di çalakiyê de kurte sînevîzyonekî ku bi wêne û dengê Guven hate nîşandan û daxuyaniya KCK’ê jî hate xwendin.
Li aliyê din her dawiya hefteyê ji bo Leyla Guven wê li navenda bajêr stand were vekirin û têkildarî çalakiyê agahî were parvekirin. Di standên ku pankartên bi zimanê Îngilîzî hatine vekirin de têkildarî armanca çalakiya Leyla Guven belavok tên belav kirin.