Li Marsîlyayê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Fransa Marsîlyayê Kurdistaniyan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin. Kurdistaniyan di çalakiyê de daxwaza ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan kir.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropa bi çalaliyan tê protestokirin.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi beşdarbûna Kurdistamiyên li Dragûînan,  Montpellîer û Marîgnanê meşek hate lidarxisitin.

Meş saet 14:00'an destpê kir û pankartên daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan û wêneyên Hevaeroka KCD û Parlamentera HDP Leyla Guven ku di çalakiya greva birçîbûnê de ye hate hildan.

Di meşê de bê navber belavok hatin belavkirin. Li aliyê din dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", " Kujer Erdogan" û "Her der Rojava, her der berxwedan" hatin berzkirin.

Girseya gel li cadeya Canabîerê meşiya û li Vîeûx Portê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi zimanê Fransî axaftin ahtin kirin.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin û banga bihestiyarbûnê li gelê Kurd hate kirin.

Mîtîng bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.