Li Marsîlyayê Navenda Ciwanan bi merasîmekî hat vekirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi merasîmekî Navenda Ciwanan hat vekirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi beşdariya Komîsyona Malbatên Şehîdan, Komîsyona Baweriyan, Meclîsa Jinê ya Marsîlyayê û gelek ciwanan Navenda Ciwanan hat vekirin.

Dayikên Şehîdan kurdeleya vekirinê ya Navenda Ciwanan birîn ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropa (TCŞ) ve hat avakirin. Dayikekî şehîdan ku kurdeleyê birî, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” bi bîr xist û beşdaran bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û çepikan bersiv da.

Girse piştre derbasî navendê bûn û axaftinên vekirinê hatin kirin.

Di axaftinan de bal kişandin ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne û hat destnîşankirin ku konsepta şerê taybet a li dijî ciwanan ji vê yekê ne bêpar e.

Piştî axaftina vekirinê li ber stranên hunermendên herêmî govend hat gerandin.