Li Marsîlyayê meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Li Marsîlyayê, ciwan bi banga ‘’Cenga Azadiyê bi ser bixin’’ derketin qadan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.
Li Marsîlyayê, ciwan bi banga ‘’Cenga Azadiyê bi ser bixin’’ derketin qadan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.
Ciwanên Kurd bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava ‘’Cenga Azadiyê bi ser bixin’’ de li Marsîlyayê ku bajarekê Fransayê ye, meşiyan.
Meş ji qada Canebièreê ta bi qada Vieux Port dewam kir. Gava meşê dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bêyî Serok jiyan nabe’’ hatin berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Ciwanan bi dayîna daxuyaniyê bi bîr xist ku zêdeyê du salan e wan tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîn e û şerê li Kurdistanê bi hemû şida xwe berdewam e û raya giştî ya cîhanê ji ber nekirina dengê xwe şermezar kir.
Belavok hatin belavkirin. Piştî meşê mîtîng hat lidarxistin. Dirûşmeya ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan’’ hat berzkirin. Di axavtinan de hat destnîşankirin ku wê TCŞ û TekoJIN li lidarxistina çalakiyan dewam bikin.
Li çalakiyê, silav li ciwanan jî hat kirin ku li gelek welatan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin.