BI DÎMEN

Li Marsîlyayê meşa ji Abdullah Ocalan re azadî

Li bajarê Marsîlaya yê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala, bi awayekî nehiqûqî dersînorkirina Kurdan ji aliyê dewleta Fransayê û zextên li ser saziyên Kurdan hat protestokirin.

Çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin, di saet 14:00’an de bi meşa ji qada Canebîere heta Vîeux-Portê destpê kir.

Di çalakiyê de pankarta “Bila tecrîd rabe û zext û deport bi dawî bibin” û dowîzên bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin hilgirtin. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Lîberte pour Ocalan” û “Nous sommes tous PKK” hatin berzkirin.

Di dawiya meşê de li ser navê Navenda Civaka Kurd Fethî Tatos axivî. Tatos bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Tatos anî ziman ku dewleta Tirk bi salan in tecrîdeke bênavber pêk tîne û destnîşan kir ku ew jî wê li dijî tecrîdê berxwedaneke bênavber raber bikin.

Tatos li dijî zextên li ser saziyan jî diyar kir ku dewleta Fransayê li aliyekî ve nûnerên tevgera Kurd di qesran de pêşwazî dike û li aliyê din jî demxeya terorîzmê dixe.

Meş bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.