Li Marsîlyayê Kurdan çalakiya nobedê dan destpêkirin

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi dehan kes tevlî çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûm, hate destpêkirin.

Di danê sibehê de 51 kes li Qada Vieux-Port kom bûn û çalakiya nobedê dan destpêkirin. Çalakvanên ku ji Montepillere, Dragounyan, Toulouse û Marignane hatîn, wê roja Şemî bi mîtîgekê dawî li çalakiyê bînin.

Li qada çalakiyê pankartên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hate hildan.

Di heman demê de li konê çalakiyê ji aliyê Meclîsa Jinan ya Arîn Mîrkan ve ji bo darezandina desthilata Tirk ya Recep Tayyîp Erdogan bi kampanya “100 sedem” îmze tê komkirin.