Li Marsîlyayê çalakiya protestoyî ya bi bêdengî li dêrê hat lidarxistin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dêrekê çalakiyeke protestoyî ya bi bêdengî hat lidarxistin.

Endamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, îro roja Yekşemiyê saet 10’ê beriya nîvro li Dêra Notre Dame de la Garde’yê maskeyên reş dan ber devê xwe û çalakiyeke protestoyî ya bi bêdengî li dar xistin.

Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin, dosyeyeke di derbarê êrîşên dagirkeriyê û qetlîam û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de pêşkêşê rêvebiriya dêrê hat kirin.

Her wiha di çalakiyê de şirîkatiya PDK’ê ya sûc a bi dewleta Tirk re jî hat şermezarkirin.

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê roja Înê jî li ber Buroya Yekîtiya Ewropayê ya Marsîlyayê jî mîtîngek li dar xistibû û dosyeyek pêşkêşê berpirsên buroyê kiribû.