Li Marsîlyayê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê bi sedan kesan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û ji bo berxwedana li zindanan slogan berz kirin.

Bi sedan kes nîvro li Qada Canebîereyê kom bûn û bi posterekî mezin ê Ocalan û bi wêneyên Leyla Guven dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Em PKK’yî ne’ hate berzkirin. Di çalakiyê de bêdengiya welatê Ewropayê hate protestokirin û komek jin ji bo piştgiriya dayikên girtiyan bi xavikên spî tevlî çalakiyê bûn.

Piştî meşê li Qada Vîeûx Portê mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de belavokên li ser grevên birçîbûnê hatin belavkirin.

Di axaftinan de banga geşkirina berxwedanê hate kirin.