Li Marsîlya û Bensheîmê şehîd hatin bibîranîn
Ji bo şehîd Tolhildan Tekman û Rojger Karayazî li Marsîlyayê û ji bo Abdulselam Mehmûd li Bensheîmê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin.
Ji bo şehîd Tolhildan Tekman û Rojger Karayazî li Marsîlyayê û ji bo Abdulselam Mehmûd li Bensheîmê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin.
Gerîlayê HPG’ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ê di sala 2020’an de li Sêrtê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevî 5 hevreyên xwe şehîd bû û 3 sal şûnde hestiyên wî di qutuyekê de radestî malbata wî hat kirin û Rojger Karayazî (Nesîm Aktan) ê di 22’ê Gulana 2018’an de li Qersê şehîd bû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bibîranîn.
Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê pêk hat, bi sînevîzyonê dest pê kir. Piştre li ser navê malbatan û DKTM’ê axaftin hatin kirin.
Di axaftina li ser navê DKTM’ê de soza dilsoziya bi şehîdan û Rêberê Gelê Kurd re hat dayîn û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi êşkencekirina cenazeyan civakê ceza dike. Ev demeke dirêj e ku ev yek weke polîtîkaya tirsandinê bi kar tîne. Ev polîtîkaya dewletê ji bo hemû gelên ku dikê dike, derbasdar e. Ji avabûna komarê ve gorên Ermenî, Cihû û Elewiyan tên xera kirin. Di vê nuqteyê de yek jî gelên ku li berxwe dide gelê Kurd e. Bila kes ji bîr neke em ê hesabê vê nêzîkatiya nemerdane bipirsin.”
Di dema axaftinê de gelek caran dirûşmeyên “Tolhildan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
ŞERVANÊ YPG’YÎ CIWAN LI BENSHEÎMÊ HAT BIBÎRANÎN
Ji bo Abdulselam Mehmûd (Ciwan) ê ku bavê 6 zarokan e û di 2’ê Îlonê de di êrîşa balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ya li dijî wesayitek de li gundê Degîrka ya Girkê Legê şehîd bibû, li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Birayê şehîd, Ridvan Mehmûd, pismamên wî û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn ku li Komeleya Çandê ya Bensheîmê hat lidarxistin.
Di bîranînê de li ser navê xizmên şehîd û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axaftin hatin kirin û sersaxî hat xwestin. Di bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin.