Li Mannheîmê panela li dijî qedexeya li ser PKK'ê

Li Mannheîmê di panelekê de qedexeya li ser PKK'ê hate şermezarkirin û hate ragihandin ku PKK ji bo azadiya gelê Kurd şer dike.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Dîe Lînke û Navenda Çanda Kurd bi wesîleya sala 30'emîn a qedexeya li ser PKK'ê panelek lidar xistin.

Nûnerê Partiya Çep Alexander Glasner di panelê de axivî û got, "30 sal in bi neheqî PKK li Ewropayê hatiye qedexekirin ku ji bo azadiya gelê Kurd şer dike. Dewleta Elman serkêşiyê ji vê qedexeyê re dike. Bi bahaneyan diavêje ser mal û saziyên Kurdan. Ev yek daxwaza dewleta Tirk e."

Tevî Alexander Glasner-Hummel, Monîka Morres û Kerem Schamberger her wiha nûnerê Kurdan jî axivî û nerazîbûn nîşanî qedexeyê da.