Li bajarê Mainz ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngekê hate protestokirin.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Mainzê Mazlûm Roj axivî. Roj diyar kir ku gefên dagirkirinê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihiştine qonexeke nû û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyan êrîş dike.
Mazlûm Roj wiha berdewam kir: “Hêzên parastina gel dîsa bi pêşengiya jinan û bi ruhê Kobanê li dijî dagirkeriyê rabin. Gelên cîhan û Rojhilata Navîn wê ji bo parastina vê şoreşê ku azadiya gelan temsîl dike, berpisyarî bigirin.”
Roj bang li DYE, NATO û welatên Ewropayê kir û got: “Nebin şirîkê qirkirina Erdoganê dîktator û dawî li piştgiriya xwe ya polîtîk, leşkerî û madî bînin.”
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” ve “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.