Li Madrîdê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Madrîd ê Spanyayê, Kurdan tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin.

NEWROZA LI SPANYAYÊ

Li saloneke li navenda paytexta Spanya Madrîdê bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê û dostên gelê Kurd Newroz hate pîrozkirin.

Siyasetmedarên ku tevlî pîrozbahiyê bûn, êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdistanê û pêvajoya hilbijartinê nirxandin.

Qisekeran diyar kirin ku divê xwedî li Tevgera Azadiyê ya Kurd û nirxên wê bê derketin û bi navê tevgera enternasyonal jî peyama piştevaniya bi gelê Kurd re hate dayin.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Hozan Kawa, Kawa Ûrmiyê, Şerîf Omerî dewam kir.

Pîrozbahiya ku nêzî çar saetan dewam kir bi govendê bi dawî bû.