Li Londrayê şeva piştevaniya Yenî Ozgur Polîtîka

Li Londrayê ji bo Yenî Ozgur Polîtîkaya Şeva Piştevaniyê hate çêkirin, bi sedan kesên ku li şevê hazir bûn, gotin, ''Çapemeniya azad ziman û nasnameya me ye''

Bi sedan kes tevlî Şeva Piştevaniyê ya li Hêwana Dawetê ya Londra Preensesê bûn. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, nûner, hevserokên Meclîsa Gel a Kurd, rêxistina Elewî, rêxistinên çepgir û sosyalîst, GÎK-DER, Day-Der, Dersim-Der, Partîzan û nûnerên gelek komeleyên herêmî û rêxistinên demokratîk ên girseyî li şevê hazir bûn.

Li ser navê Komîteya Amadekar Dîren Dîcle Erden axivî. Erden got,''Piştevaniya çapemeniya azad helwesteke dijî faşîzmê ye.''

Piştî axaftina Erden Koroya Zarokan a Firaz Dag derkete ser dikê. Hemû kesên li şevê hazir strana koroyê ''Berxwedana jiyan e'' strandin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Brîtanyayê Elîf Sarîcan diyar kir 10'ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan e û go,''Heta ku Rêbertiya me azad nebe em ê dev ji ya xwe neqerin.'' Piştî Sariacan li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê axaftiin hatin kirin û li dijî faşîzmê, yekrengiyê giringiya çapemeniya azad hate destnîşankirin.

Li ber stranên hunermend Memozan bi sedan kesî govend girêda.

Mahmût Seven jî li ser navê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê axivî. Seven got ew hêza xwe ji gel û têkoşîna azadiyêya gel distînin, ew tenê dimin teşhîr nakin her wiha di avakirina ya nû de jî xwedî rol in.

Piştî axaftina Seven hunermend Zeynel Alî strand.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî got, ''Xwedîderketina li çapemeniya azad xwedîderketina li çand, ziman û hunera me ye. Çapemeniya azad berdêlên mezin da. Li Ewropayê jî ji bo geşbûna ziman, nasname û çandê pêşengî kiriye.''

Piştî Baydemîr hunermend Emekçî axivî. Emekçî got Yenî Ozgur Polîtîka rojnameyeke azadîxwaz, wekhevîxwaz, kedkar û berxwedêr e.

Şev bi govenda li gel stranên Koma Sersî bi dawî bû.