Li Londrayê Newroz hate pîrozkirin
Li Londrayê bi sedan kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.
Li Londrayê bi sedan kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.
Li Londrayê bi banga HBDH, Meclîsa Gelê Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Edmontonê Newroz hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de sloganên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Di Newrozê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên YPG, YPJ û HBDH’ê hatin hildan.
Li ser navê HBDH’ê Heval Yûsûf axivî û diyarkir ku bi têkoşîn û berxwedana giyanê Newrozê wê gel jiyana azad û wekhev ava bikin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kurdan Ercan Akbal jî diyar kir ku wê gelê Kurd tu carî çok danîne erdê û bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her dera dinyayê rabûne ser pêyan.
Piştî axaftinan bi sedan kesan li ber def û zirneyê govend gerandin.