Li Londrayê ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.

Çalakî li Londrayê ji aliyê komek ciwanên Kurd hate kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Dagirkeriya dewleta Tirk çi bike jî wê nikaribe ciwanên Apoyî bisekinîne’ hate vekirin.

Ciwanan belavokên derbarê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin.

Ciwanan çalakvanên ‘Rêwîtiya azadiyê’ ya ku hefteyek e li Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan konferans û meş li dar xistine jî silav kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ciwanên Kurd ên li Londrayê çi dibe bila bibe wê her dem li her derê li kolanan bin.