Li Londrayê ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn

Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku di meha Gulanê de şehîd bûbûn li Londrayê ku paytexta Îngîltereyê ye bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtine dest pê kir. Wêneyên pêşengên şoreşê yên Kurdistanî û Tirkiyeyî û wêneyên kesên ku di pêngava berxwedanê ya grevên birçîbûnê de çalakiya fedayî pêk anîbûn, li dikê hatin daliqandin.

Di merasîmê de sînevîzyona ku qala şoreşgerên ku di dîrokên cûda de, di meha Gulanê de şehîd bûbûn hate nîşandin. Dema nîşadana sînevîzyonê de dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hate berz kirin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya Ercan Akbal, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londra û ji berxwedêrên greva birçîbûnê a Londrayê Nahîde Zengîn di merasîmê de axivîn.

Di axaftinan de qala jiyana şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner, Halîl Çavgûn û Gurbet Aydin hatin kirin ên ku di meha Gulanê de şehîd bûbûn. Merasîm bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.