Li Londonê li dijî tecrîda mutleq bi sedan broşur hatin belavkirin
Di çalakiya rûniştinê ku li Londonê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Wezaretxaneya Îngilîstanê hat lidarxistin de bi sedan danezan hatin belavkirin.
Di çalakiya rûniştinê ku li Londonê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Wezaretxaneya Îngilîstanê hat lidarxistin de bi sedan danezan hatin belavkirin.
Çalakiya rûniştinê ku bi armanca balê bikişîne ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Wezaretxaneya Îngilîstanê ya li Downîng Streetê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Di çalakiya ku Kurdistanî tevahiya 3 rojan de ligel barîna baranê jî domandin de danezan û broşurên têkildarî tecrîda mutleq û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.
Li pêşiya Wezaretxaneyê gelek caran bi megefonan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate vegotin. Li Downîng Streetê ku stranên ji bo gerîlayên Kurdistanê hatin nivîsandin hatin lêxistin, gelek caran dirûşmeyên Freedom for Ocalan”, “Long live Ocalan”, “Faşîst Erdogan” û “Yesterday Mandela Today Ocalan” hatin berzkirin.
Di standên hatin danîn de jî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ agahî hatin dayîn.
Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd Turkan Budak û Îshak Milanî têkildarî bidawîbûna çalakiyê daxuyanî dan. Turkan Budak û Milanî destnîşan kirin ku divê destûr bê dayîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Her wiha bang li hikûmetê kirin ku li dijî rejîma Erdogan helwestê bigirin û destnîşankirin ku divê CPT û Konseya Ewropayê li dijî tecrîda mutleq bêdeng nemîne.
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.