Li Londonê bîranîna girseyî: Em ê piştevaniyê mezin bikin!

Bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Îngilistanê bi sedan kes hatin ba hev û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û kesên di komkujiyên Helebce û Bazîdê de hatine qetilkirin, bi bîr anîn.

Federasyona Elewiyan a Îngilistanê bi wesîleya roja 40’an erdhejê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, bîranînek lidar xist. Bîranîn li BAF’ê hat kirin û Meclîsa Gel a Kurd, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB), Sekreteryeya Elewiyan a Parlamentoyê û ji Soûthgateyê Parlamenter Bambos Charalamboûs, Endama Meclîsa Şaredariya Londonê Joanne McCartney û bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.

Wêneyên bi sedan kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li salona bîranînê hatin daliqandin.

Di bîranînê de gulbang hatin xwendin û find hatin vêxistin. Piştre deqeyek rêz hat girtin.

Hevseroka BAF’ê Dîlek Încedal axivî û bal kişand ku dewlet û desthilatdariyê bi rojan mudaxeleyî kavilên herêma erdhejê nekir û destnîşan kir ku divê piştevanî hîn zêdetir were kirin. Încedal got ku ev ne karesatek xwezayî ye, karesata AKP’ê ye.

Hevserokê BAF’ê Muslum Dalkiliç û hin mêhvanên din jî anîn ziman ku sedemê ev qas windahiyên di erdhejê de, polîtîkayên kapîtalîzmê ne.

Alî Demîrcî jî li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axivî û diyar kir ku êş qasî tên parvekirin, kêm dibin. Demîrcî wiha got: “Me Helebce û Bazîd jî ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin. Komkujiyên li ser Kurdên Elewî timî berdewam kirine.”

Ji Soûthgateyê Parlamenter Bambos Charalomboûs jî ev tişt got: “Divê piştevanî hîn xurtir be. Bi milyonan mirov li benda piştevaniyê ne.”