BI DÎMEN

Li Londonê bi hezaran bi yek dengî got: Ji Rêber Apo re azadî!

Li Londonê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meşa dirêj û mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de bi hezaran bi yek dengî got, “Navnîşa çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.”

Li paytexta Îngilistanê Londonê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meşa dirêj û mîtîng hat lidarxistin. Ji çar aliyên Îngilistanê bi hezaran Kurd û dostên wan tevlî meş û mîtîngê bûn. Meş û mîtîng li ber avahiya BBC’yê hat lidarxistin.

Gelek Kurdistanî, ji bajarên Skoçyayê Edinburgh û Glasgowê; ji bajarên Îngilistanê Liverpool, Brighton, Sheffield û Manchesterê bi otobus û wesayîtên taybet beşdarî meşa li ber avahiya BBC'yê bûn. Tevî Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Torên Piştgiriya Kurdistanê û komên enternasyonalîst jî tevlî bûn.         

     

Ji ciwanan heta kalepîran, ji kedkaran heta kardêran, Kurdistaniyan eleqeyeke mezin nîşanî mitîngê dan. Ciwan bi cil û bergên gerîlayan û netewî tevlî meşê bûn.

Girseyê pankartên bi wêneyên Rêber Apo û bi daxwaza "Azadîyê” hildan û bi stranên li ser Rêber Apo û gerîlayan govend gerandin.

Di meşê de posterê mezin yê Rêber Apo hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Duh Mandela îro Ocalan”, “Azadî ji bo Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Di meşê de, bi hezaran broşurên der barê giringiya azadiya Rêber Apo ji bo Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk, pirsgirêka Kurd û aşitiya Rojhilata Navîn de hatin belavkirin.

Mîtîng ji bo bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

'HEZAR SILAV JI ÎMRALIYÊ RE'

Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Londrayê Îshak Mîlanî axivî û diyar kir ku êdî ne gelê Kud ne jî gelên Rojhilata Navîn esareta Rêber Apo qebûl nakin. Mîlanî anî ziman ku li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de gelek di bin esaretê de tê girtin û polîtîkayên qirkirinê tên sepandin.Mîlanî da zanîn ku ev 44 meh e em ji Rêber Apo agahiyeke baş nastînin û got: “Pêngava ku dostên Kurdan daye destpêkirin, bandor li hemû dinyayê kir û dewleta Tirk li hember vê pêngavê xitimî û neçar ma ku destûra hevdîtinê di navbera Rêber Apo û Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan de da. Em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin." Li ser van gotinên Mîlanî, girseyê bi yek dengî dirûşmeya "Silav, silav, ji Îramliyê re hezar silav" berz kir.  Di berdewama axaftian xwe de Mîlanî, wiha got: "Di şexsê Rêber Apo de, dê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd dê qirkirina Îmraliyê têk bibe û dîwarên wê hilweşîne. Em Rêberê xwe teqez rizgar bikin."

KOMÎTEYA PÊNGAVÊ: JI BO ÇARESERIYA AŞTIYANE DIVÊ RÊBERTÎ AZAD BIBE

Piştî Mîlanî, li ser navê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya Brîtanyayê, Nûnerê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd Agit Karataş axaftinek kir. Karataş anî ziman ku gelê Kurd û dostên wan bi vê meşê careke din daxwaza azadiya Rêber Apo li hemû cîhanê belav kirin û wiha pê de çû: “Azadiya Rêber Apo, deriyê çareseriya aşitiyane, demokratîk û siyasî vedike. Dewleta Tirk li ser gelê Kurd û saziyên wê yên demokratîk êrîşên sîstematîk bi rê ve dibe û polîtîkayên zextê dimeşîne. Şaredariyên Kurdan bi qeyûman tên desteserkirin. Her çiqas rejîma faşîst ya AKP-MHP'ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çend daxuyaniyan bide jî em dizanin ku mebesta wan xapandina me ye. Nîşaneya vê yekê jî dagirkeriya qeyûman, êrîşên li ser Rojava û ji Rêber Apo re qedexeya sê mehî ya hevdîtina bi malbatê re ye.”

Karataş bi bîr xist ku Rêber Apo bi awayekî eşkere aniye ziman ku ew di çarçoveya hiqûqî û siyasî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade ye û wiha dewam kir: “Peyama Rêber Apo banga aqil û muzakereyê ye û divê hem Tirkiye hem raya giştî ya navneteweyî giringiyê bide vê peyamê. Daxwaza Rêber Apo ya çareseriyeke derveyî şê lê di nav çarçoveya hiqûq û siyasetê de, hêviyê dide bi milyonan Kurdên li Tirkiye û derveyî welat.”

BANGAWAZÎ BO WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ ÎNGILISTANÊ Û SAZIYÊN NAVNETWEYÎ

Piştî Karataş, Serokê Konfederasyona Sendîkayan ya Dundee ya Skoçyayê û Serokê Giştî yê STUC'ê Mike Arnott jî bang li saziyên navnetweyî kir ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo were û azadiya wî pêk were. Arnott bang li Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT'yê kir û got: "STUC'ê ji Wezîrê Karên Derve yê nû yê Îngilistanê David Lammy xwest ku li ser rewşa tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê bisekine.

Em careke din bangî saziyên navneteweyî û Wezîrê Karên Derve David Lammy dikin; Divê ji bo careke din destpêkirina hevdîtinên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan û PKK'ê de û ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê, gav biavêjin."

JI BO HÊVIYA AFIRANDÎ SPAS JI RÊBER APO RE

Mike Arnot xwest spasiyên xwe ji Rêber Apo re bike û got: “Spas ji bo bandora tevgera we li ser ku em li ser cîhanê çawa difikirin, ji bo ku em hemî çawa dikarin ji civakek cûda hêvî bikin. Em ji bo Rojava û nirxên ku bi şoreşa ku berdewam dike re spas dikin. Divê Ocalan îro weke yek ji ramanwerê herî bibandor ê cîhanê bê naskirin. Nivîsên wî ji mezhebperestiya olî, baviksalarî, neteweperestiya paşverû û kapîtalîzmê re alternatîfan pêşkêşî me dike. Ji bo pêşketina me hemûyan Konfederalîzma Demokratîk deriyê nû ji bo me vedike. Têkoşîna Abdullah Ocalan û gelê Kurd ji bo me hemûyan çavkaniya îlhamê ye.”

BANGA HÛN JÎ TEVLÎ PÊNGAVÊ BIBIN

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî Aso Kamalî jî axivî û bal kişand bi ser polîtîkayên qirkirin, înkar û pişaftinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd. Aso Kamalî diyar kir ku gelê Kurd ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar hatine hiştin û got: “Ziman û çanda me hat qedexekirin. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li dijî neheqiyê me li ber xwe da. Rêber Apo nûnerê herî girîng ê gelê Kurd e. Tecrîda li ser Rêber Apo, polîtîkaya qirkirina li ser gelê Kurd e. Werin hûn jî li dijî vê neheqiyê tevlî berxwedana me bibin. Tevlî pêngava kurewî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bibin û meşa azadiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tecîdar bikin.”

Li ser navê Komîteya Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re Rut û li ser navê Kampanyaya Azadî ji bo Hemû Girtiyên Siyasî yên Îranê Hesen Îranî axaftinek kirin û bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn.

DIRÛŞMEYA “JI OCALAN RE AZADΔ LI CADEYA OXFORDÊ CIRCUSÊ LI OLAN DA

Piştî axaftinan bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi kortejekê ber bi Qada Picadilly Circus ve meşiyan. Meş li ser cadeya herî qerebalix û binavûdeng a Londrayê, Oxford Circusê pêk hat û Kurdistaniyan bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî" koland hejand. Meşa ku Kurdistaniyan bi stran, dirûşme û tilîliyên xwe bi rê ve dibir, rastî eleqeyeke mezin hat. Di axaftinan de gelek caran behsa polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û giringiya azadiya Rêber Apo ji bo aşitiya Rojhilata Navîn hat kirin. Girseyê meşa xwe bi kortejeke dirêj domand û bergiriyên ewlehiyê yên polîsên Îngilîz bal kişand.

Girseyê bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Çalakî li Piccadily Circusa binavûdeng, bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.