BI DÎMEN

Li London û Liverpoolê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li London û Liverpoolê bi çalakiyên girseyî hatin bibîranîn. Di çalakiyan de wiha hate gotin, “Wê faşîzîm, xiyanet û dagirker têk biçin û Rêber Apo azad bibe.”

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên 14'ê Tîrmeha 1982'yan de li Zindana Amedê berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin dan destpêkirin, di salvegera 42’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn.

LONDON

Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li Londonê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê li avahiya KCC’ê ya Londonê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Pankarta Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan û wêneyên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li salona bîranînê hatin daleqandin û gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.

Nivîskar Îlham Bakir axaftina vekirînê kir. Bakir diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ji zindanan heta bajar û çiyayan dewam dike û wiha got: “Zindana Amedê ruhê berxwedan û azadiyê afirand.”

Nivîskar Alî Poyraz jî diyar kir ku PKK partiya şehîdan e û got: “Ez di serî de Rêber Apo hemû hevrêyên xwe yên li zindanan li ber xwe didin silav dikim. Şehîdên 14’ê Tîrmehê bûn şervanên nebez ên berxwedan, azadî û têkoşînê. Êşkenceyên tirsnak kirin. Lê çok ne danîn. Tu car teslîmiyetê qebûl nekirin û berxwedan û azadiyê fêrî me kirin. Eger hinek wîjdana me hebe, hinek rêzê ji gelê Kurdistanê re bigirin, em ê xwedî ruhê berxwedanê ya îro derbikevin.”

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd Rozerîn Gulo, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hamza Amed û Nûnerê KCDK-Başûr Şîvan Sîwar axivîn û wiha gotin: “Wê faşîzîm, xiyanet û dagirker têk biçin û Rêber Apo azad bibe.”

Piştre sînevîzyon hat pêşandan û bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

LIVERPOOL

Ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li Navenda Civaka Kurd a Lîverpoolê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin û têkildarî şehîdên 14’ê Tîrmehê axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Îngilîstanê Seyît Suruç di çalakiyê de axivî û diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî xiyanetê berxwedanê, li dijî pasîfîzmê milîtaniyê birêxistin kiriye û wiha got: “Em di serî de Rêber Apo hemû hevrêyên xwe yên bi ruhê 14’ê Tîrmehê li zindanan li ber xwe didin silav dikin. Em ê ruhê 14’ê Tîrmehê teqez bi Kurdistana azad tacîdar bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser 14’ê Tîrmehê hat pêşandan.