Li London û Parîsê şoreşgerên jin ên Kurd hatin bibîranîn

Li London û Hannoverê şoreşgerên jin ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Hannover û Londonê hatin bibîranîn.

Çalakgeran çelenga reş danîn ber nûnertiya Fransayê ya li Londonê û çalakiya protestoyê li dar xistin. Jinan li vê derê daxuyanî dan û gotin ku, “Li bajarekî Ewropayê jinên Kurd ên şoreşger tên kuştin û kesên fermana kuştinê dane nayên darizandin. Ji wê rojê û heta niha bi ruhê Sarayan têkoşîna azadiyê ya jinan li Rojhilata Navîn û li her dera dinyayê geş dibe. Em ê tu carî wan ji bîr nekin.”

HANNOVER

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannoverê jî jinan çelenga reş danîn ber buroya Fransayê. Di çalakiyê de hate gotin ku, “Bi komploya li ser Rêbertî re xwestin gelê Kurd bêdeng bikin û bi qetlîama Parîsê re jî xwestin jinên Kurd bêdeng bikin.”