BI DÎMEN

Li Liverpoolê standa 'Abdullah Ocalan' hat danîn

Li Liverpoolê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de standa “Abdullah Ocalan” hat danîn.

Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê bi boneya balê bikêşe ser tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li qada herî qelebalix a bajêr standa “Abdullah Ocalan” danîn. Stand bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Di standê de broşurên tecrîda 25 salan vedibêje hatin danîn.

Di çarçoveya çalakiyê de li kolanên bajêr bi sedan belavok hatin belavkirin. Xelkê xwecihî eleqeyek mezin nîşanî standê dan. Li qada standê bi megafonan daxuyanî hat dayîn û bêyî navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Freedom for Ocalan" û "Duh Mandela, îro Ocalan" hatin berzkirin.

Li standên ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk û girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya aştiyane hate vegotin, gelek kesan pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin.

TECRÎDA MUTLAQ

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd daxuyanî hat dayîn û ev tişt hate gotin: “Rêber Apo ji roja ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, di bin tecrîdeke giran de ye. Li hemberî vê Rêber Apo bi fikir, raman û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a ku pêşxistiye berxwedaneke bi heybet pêş dixe. Ev paradîgma bûye rêber û nexşerêya ku ji bo mirov bigihîje azadî û demokrasiya radîkal.

AVAKIRINA AŞTIYÊ

Aktorê herî girîng ê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê dewleta Tirk ve bê guh li hemû qanûnên navneteweyî û heta yên xwe yên navxweyî jî di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Ji bo çareseriyeke aştiyane divê gel xwedî li pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan a di 10’ê Cotmehê de hatiye destpêkirin derkeve û zextê li dewleta Tirk bike. Em tenê bi yekitiya li dora fikrên Rêber Abdullah Ocalan dikarin dewleta Tirk a ku Rojhilata Navîn di nav xwînê de hiştiye têk bibin. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo tê wateya avakirina aştiyê.”