Li Lîverpoolê piştevanî û amadekariya Newrozê

Li Lîverpoolê, ji aliyekî ve ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê ku wê 21’ê Adarê bê lidarxistin, bang tê kirin ji aliyekî ve jî bi rêya Re-Bûîld û Heyva Sor ji bo mexdûrên erdhejê bexş tê berhevkirin.

Îsal, cihek ji cihên giring ku wê Newroz lê bê pîrozkirin jî Lîverpool e.  Wê ji Manchester, Hûll, Wrexham û Sheelfîeldê jî kes tev li Newroza Lîverpoolê bibin. Pîrozbahî, wê 21’ê Adarê li Eventîm Roadê bê kirin. Şiara pîrozbahiya Newrozê ya îsal ”Mirov bi piştevaniyê dijî, bi têkoşînê azad dibe” ye. Hunermend Nasser Razazî, Hozan Diyar, Sûna Alan û Barham Shamamî jî wê tev li pîrozbahiyê bibin.

Amadehiya Newrozê li ber qedandinê ye, bi rêya standên piştevaniyê ku li gelek cihan hatine danîn, Navenda Civaka Kurd a Lîverpoolê bang dike ku hem kes tev li pîrozbahiya Newrozê bibin hem jî alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê tê berhevkirin. Li standan bi qutiyên Weqfa Re-Bûîld û Heyva Sor alîkariya pereyî tê berhevkirin, têkildarê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê xelk di erhdejê çawa kuştiye, belavok tên belavkirin.

Amadehiya Newrozê û xebata ji bo piştevaniyê bi hev re tên kirin. Saît Kaya ku ji Navenda Civaka Kurd e, têkildarê xebata li Lîverpoolê agahî dan. 

‘EM Ê FAŞÎZMÊ BI BIN BIXIN’

Kaya diyar kir ku ji roja erdhej çêbûye heta bi niha kampanyaya wan a piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re li Manchester, Sheffîeld, Hûll û Wrexhamê bêyî sekin berdewam e. Kaya da zanîn ku eleqeya ji bo kampanyayê gelek e û alîkariya tê berhevkirin bi rêya Weqfa Re-Bûîld û Heyva Sor tê şandin û wiha got: ”50 hezar kesan, ne ji ber erdhejê lê ji ber desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku ew di bin kavilan de hiştin, jiyana xwe ji dest da. Em ê birînên gelê xwe baş bikin. Têkoşîn û berxwedana li dijî vê faşîzmê û têkbirina wê erka me ya exlaqî û mirovî ye.”

‘BILA GELÊ ME TEV LI PÎROZBAHIYA NEWROZÊ BIBE’

Kaya anî ziman ku amadekariya ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê 21’ê Adarê bê kirin û xebata piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re, bi hev re tên kirin û bang li gel kir ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibe.

Pîrozbahî, wê 21’ê Adarê li Eventîm Road a Lîverpoolê bê kirin.