Li Lînz û Rennesê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarên Lînz a Ewûstûryayê û Rennes a Fransayê Newroz hate pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lînz a Ewûstûryayê bi rûxmê hewaya sar û berfê hatin gel hev û Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya li herêma Lînz a Ewûstûryaya Jor bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiya ji aliyê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ya Gelan (HBMG) ve hatî organîzekirin de, nûnera HBMG’ê axivî. Nûner bal kişand li ser girîngiya têkoşîna hevpar a li di jî faşîzma AKP-MHP’ê.

RENNES

Pîrozbahiyên Newrozê yên Meclisa Jinan a Zîn a Rennesê û Navenda Civaka Demokratîk a Amara ya Rennesê hatî lidarxistin, li da Parc des Gayeûllesê hate kirin. Pîrozbahiya ku bi pêxistina agirê Newrozê destpê kirî, destpêkê koma mûzîkê Vîn Asamble çû ser dikê.

Di pîrozbahiya ku li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin de, Diyar Mahrovî, Farqîn Azad û Koraya Zarokan a Rennesê çûn ser dikê.