Li Lîmassolê jî ji bo Rojava çalakî hate kirin

Ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li bajarê Lîmassol a Qibrisê çalakiyek hate kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofîlonsê kom bûn, ber bi rêya Anexartîsîasê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Tirkiy ji Kurdistanê bicehenime’ û ‘Faşîst Erdogan destê xwe ji Rojava bikişîne’ qîr kirin. AKEL, EDEK, Partiya Keskan, Karkerên Pîşesazî ya Cîhanî û Sîklamen û partî destek dan meşê.

Di meşê de nûnerên saziyên Qibrisê axivîn û peyama ‘Em ê her demê li gel gelê Kurd cih bigirin’ dan. Parlemeterê berê HDP’ê Kemal Aktaş jî axivî û got: “Şoreşa Rojava bi ruhê fedayî yê hevrêyên me pêk hatiye.”

Berdevkê PYD’ê Yasîn Tarbuchê jî axivî û got: “Ev roj roja gihandina destkeftî û azadiyê ya gelê Kurd e.”