Li Lîmassolê coşa Newrozê
Kurdên li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê dimînin, Newroz bi coş pîroz kirin.
Kurdên li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê dimînin, Newroz bi coş pîroz kirin.
Kurdistanî li ber Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê ya Qibrisê li hev kom bûn û agirê Newrozê dadan.
Pîrozbahî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Însiyatîfa Jinên Kurd pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî Newroz", "PKK gel e gel li vir e" hatin qîrîn.
Li qada pîrozbahiyê girseya gel li ber stranên li ser PKK'ê û gerîla govend gerand.
Qisekeran jî diyar kirin ku bi berxwedana bi ruhê Newrozê wê faşîzma AKP-MHP'ê bê hilweşandin.
Qisekeran diyar kirin ku bi têkoşîna gelê Kurd wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Girseya gel govend gerand, ciwanan jî xwe ji se agirê Newrozê avêtin.