Li Lîmassolê çalakiya yek kesî
Li bajarê Lîmassol a Qibrisê bi armanca protestokirina êrîş, qirkirin û darvekirinên li çar parçeyên Kurdistanê çalakiyekî ya yek kesî hate lidarxistin.
Li bajarê Lîmassol a Qibrisê bi armanca protestokirina êrîş, qirkirin û darvekirinên li çar parçeyên Kurdistanê çalakiyekî ya yek kesî hate lidarxistin.
Lîstikvanê Şanoyê Mûrat Yildiz li dijî darvekirin, bajarên hatin hilweşandin û hilweşandina Sûr û Cizîrê bi al û pankartan çalakiyeke yek kesî lidar xist.
Her wiha li cihê çalakiyê lênûsek hate danîn û ji gel daxwaza hate kirin ku ramanên xwe yên derbarê mijarê li ser binivîsin.
Yildiz bi girêdana dest û çavên xwe bal kişand ser darvekirinên tên kirin.
Lîstikvanê şanoyê Mûrat Yildiz piştre têkildarî çalakiya xwe ji ANF’ê re axivî û ev tişt got: “Îro salvegera Qetlîama Roboskiyê ye. Tevî 7 sal li ser qetlîamê re jî derbas bûye hê jî di warê hiqûqî û mirovî de ti bersivek nehatiye dayîn.
Li çar parçeyên Kurdistanê êrîş hene. Heta dewleta Tirk êrîşî Wargeha Mexmûr a di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye jî kir. Di asteke dijwar de êrîşî ser Rojava û Bakurê Kurdistanê dike. Bi vê ve girêdayî jî li Îranê aktivîstên Kurd tên bidarvekirin. Ji bo vê divê her kesê Kurd ji bo êş û zextên li Kurdistanê bîne ziman divê dakeve qad û kolanan.
Divê em êş û qetlîamên ji Sûrê bigire heta Efrîn û ji Efrînê heta Mexmûrê û Cizîrê tên jiyîn, binin ziman.
Her ku diçe rewşa Leyla Guven û hevalên din ên ji bo li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan bendena xwe dane ber birçîbûnê giran dibe.
Divê li dijî van bûyeran bi hestyar bin. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û ji bo vê bêjin rawest e.”