Li Lîmasolê şehîd hatin bîranîn

Şoreş Gilîdax û Xebat Leheng ên ku meha borî şehîd bûbûn li bajarê Lîmasolê ya Kibrisê hatin bîranîn.

Şoreş Gilîdax (Tûran Kîsak) û Xebat Leheng (Firat Firat) ên ku di 24’ê Tebaxa 2021’an de li qada Kela Memê ya Botanê di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn li bajarê Lîmasolê ya Kibrisê hatin bîranîn.

Xizmên Şoreş Gilîdax jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz di bîranînê de axivî û got “Wê gelê Kurd tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê destûrê nedin ku alaya wan a azadiyê bikeve erdê.”

Îsmaîl Eker ê ku xizmê Şoreş Gilîdax e got “Heval Şoreş dûmahîka kelepora berxwedanê bû. Wî di vê berxwedanê de cih girt û heta hilma xwe ya dawîn li ber xwe da”

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.