Li Lîmasolê luqmeya aşûreyê hat dayîn

Li Lîmasolê, li zêdeyê 50 kesên li Navenda Çandê ya Kurd a Teofîlos a Qibrisê hatin ba hev, luqmeya aşûreyê hat belavkirin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi pêşengiya Komîteya Jinan a girêdayê Meclîsa Gelê Kurd û civaka Elewiyên Kurd, ji ber Roja Aşûreyê li Navenda Çandê ya Kurd a Teofîlosê hat bernameyek hat lidarxistin.

Ji xeynê Elewiyan, Kurdistaniyên ji baweriyên din jî eleqe nîşanê bernameyê da.

Nûnerê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Alî Matûr jî tev li bernameyê bû. Bername, bi rêzgirtina şehîdên di rêya heq de dest pê kir.

Alî Matûrê di bernameyê de axivî û got: “Em luqmeya xwe ya Aşûreyê ji bo şehîdên rêya heq û şervanên heqîqetê û azadiya rêberê heqîqetê Rêber Apo belav dikin. Li dijî polîtikayên dibin sedema qetilaman û berdana hevdu û nakokiyên di navbera gel û baweriyan de, Tevgera Azadiyê ya hêviya jiyana bi hev re û ya ziman, netewe, bawerî û çandên cuda ku azadî û heqîqet wad dike, ji bo me jî bûye hêviyeke mezin.“

Piştre, bi kilamên Elewiyan ên Alî Matûr gotin, luqmeya aşûreyê hat belavkirin.