Li Liege û Freiburgê Şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Li Liege û Freiburg ên Belçîkayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Li bajarê Liege ya Beljîkayê, li Komeleya Çanda Kurd bi pêşengtiya KOMAV’ê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de ku bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyana hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir de li ser êrîşên dewleta Tirk ya ser Rojava bal hate kêşandin. Her wiha di merasîmê de hate gotin ku komploya navnetewî ya li ser gelê Kurdistanê didome û bangewazî hate kirin ku xwedî li Rojava derkevin.

FREIBURG

Bi mebesta bîranîna şehîdên meha Cotmehê li bajarê Freiburga Elmanyayê merasîmeke bîranînê hate çêkirin. Merasîma bîranînê ku ji aliyê Meclîsa Jin a Nûda, Komîsyona Malbatên Şehîdan hatibû organîzekirin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêkhat. Nûnerên NCKD, Meclîsa Jin a Nûda, Dergeha Çand a Elevî û Mizgefta Selahedînê Eyûbî jî tevlî merasîmê bûn. Di şexsê kesên ku di êrîşên li ser Rojava de jiyana xwe ji dest danî de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekî rêz hate girtin. Parlementerê berê yê HDP’ê Demîr Çelîk jî tevlî merasîmê bû.

Di merasîmê de Çelîk anî ziman ku li Rojava berxwedanekî efsanevî heye û di vê pêvajoyê de hemû şehîdên ku ji bo parastina gelê Kurd ya ji qirbûnê canên xwe fedakirinî bibîr anî. Di axavtina ku li ser navê tevgera jin hate pêşkêşkirin de hat gotin ku ji Bêrîtanê heta Hevrîn Xelef bi hezaran ciwanên Kurd di nav meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane.