Li Lefkoşayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Mexmûr û Şengalê li Lefkoşayê hate protesto kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Mexmûr û Şengalê li Lefkoşayê hate protesto kirin.
Li paytexta Qibris Lefkoşayê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Girseya gel ber bi konsolosxaneyên DYA û Rûsyayê ve meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de bêdengiya DYA, Rûsya û Netewên Yekbûyî (NY) hate şermezar kirin.
Li pêşiya konsolosxaneyan bi zimanê Yewnanî û Îngilizî daxuyanî hate dayîn û çalakî bi dawî bû.