Li Krefeld û Marsîlyayê li dijî qedexeya li ser PKK’ê îmze hatin berhevkirin

Di kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK’ê de li Krefeld û Marsîlyayê de, girîngiya kampanyayê hate vegotin û îmze hatin komkirin.

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, kampanyaya îmzeyan a ji bo PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin didome.

KREFELD

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê ji bo ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, îro li bazara Neûmarktê kon hat vedan.

Di kon de girîngiya kampanyaya îmzeyan hate vegotin, îmze hatin komkirin.

Her wiha banga piştgirî û beşdarbûna meşa ku bi armanca piştgirîkirina serhildanên gel ên li Îranê ya ji ber qetilkirina Jîna Emînî tên kirin, wê li bajarê Kolnê bê lidarxistin hate kirin.

MARSÎLYA

Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê ku bi hezaran îmze kom kir, îro jî li meydana Vîeûx Port ku qada herî qelebalix a bajarê Marsîlya yê Fransayê ye, stand vekir.

Di pêşengiya TEV-ÇAND û Komîteya Malbatên Şehîdan de sirûdên Kurdî dan guhdarîkirin û li standê gelek belavok hatin belavkirin.

Li standê pankarta “PKK ne rêxistina terorê ye, partiya hemû gelên bindest e” hat daliqandin û pirtûkên ku danasîna PKK’ê dikin jî hatin belavkirin.

Komkirina îmzeyan wê bi qasî du saetan dewam bike.