Li Kopenhagê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li paytexta Kopenhag a Danîmarka yê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Sadik Çîftçî yê di çalakiya bîranînê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hatî pêkanîn de axivî wiha got, “Heqî Karer, Kemal Pîr, Mezlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Huseyîn Înan bi berxwedanî û fedekariya xwe bûne pêşengên têkoşîna şoreşa me.”

Di bîranînê de xesp kirina şaredarî û êrîşa li dijî Avahiya Navçeyî a HDP a Enqerê jî şermezar kirin.

Bîranîn bi diruşmeyan bi dawî bû.