Li Kolnê li dijî dagirkeriya Tirk nivîsên dîwaran

Li Kolnê ya Elmanyayê li gelek stesyonên trênên ciwanên Kurd li dijî dagirkeriya Tirk nivîs li ser dîwaran nivîsîn.

Ciwanên Kurd ên li Kolnê bi nivîsên ku li ser dîwaran nivîsîn êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Bi nivîsên li stesyonên trênan gefên ku dewleta Tirk a mêtinger li ser rojava dixwe hate destnîşan kirin.

Bi zimanên cuda hate nivîsîn, ''Rojava biparêzin'', ''Bijî Rojava'', ''Kurdistana azad'', ''Bijî berxwedana Rojava'', ''Li Kurdistanê ji şer re na, Rojava biparêze'', ''Bijî PKK''.