Li Kolnê jinan protestoya bi laçikên spî kir

Li ber Konsolosxaneya Tirk a Elmanyayê, êrîşa li hemberî dayikên bi armanca balkişandina berxwedanên greva birçîbûnê, hat şermezarkirin.

Li ber Konsolxaneya Tirk a bajarê Koln ê Elmanyayê, êrîşên li hemberî dayikên berxwedêran ku ji bo piştgiriya zarokên xwe çalakiya rûniştinê pêk tînin, hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Viyan Ferîde Halîtoglu axivî, bal kişand ser berxwedanên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guvenê destpê kirî û hat gotin ku dewleta Tirk qanûnên xwe binpê dike.

Di çalakiya ku jin bi laçikên xwe yên spî tevlî bûyî de, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Bimre faşîzm” û “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin.