Li Kolnê ji bo girtiyan çalakî hat kirin

Li Kolnê bi şîara “Bila girtiyên nexweş bên berdan, azadî ji girityên doza Kobanê re” çalakî hat kirin.

LI DIJÎ TECRÎDA LI GIRTÎGEHAN ÇALAKÎ

Li bajarê Koln ê Elmanyayê li Heumarktê bi çalakiyeke bal kişandin ser girtiyên nexweş û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hat kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) axaftin hat kirin û hate diyarkirin ku li girtîgehên dewleta Tirk de zêdeyî hezar û 500 girtiyên nexweş hene û nayên berdan, lê berpirsên komkujiya Sêwazê ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de 33 rewşenbîr hatin qetilkirin û endamên çeteyên Hîzbullahê tên berdan.

Di axaftinan de mînakên li ser rewşa girtiyên nexweş hatin dayîn û hate gotin ku di hinek rewşan de dema diyar dibe ku girtî nikare demek dirêj bijî, tên berdan û ev girtî di nava çend hefte û mehan de jiyana xwe ji dest didin.

Di berdewamiya axaftinê de hate diyarkirin ku bi polîtîkaya tecrîda giran a li dijî girtiyên siyasî, tunekirina têkiliyên civakî yên girtiyan, biyanîkirina wan ji nasname û kesayeta wan tê hedefgirtin û anîn ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qat bi qat zêdetir e.

Nûnerê TSP’ê yê diyar kir ku 407 sal cezayê girtîgehê ya li dijî girtiyên Doza Kobanê ji ber serkeftina Kobanê ye û got: “Doza Kobanê ji bo me banga mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê ye.”

Nûnerê TSP’ê yê destnîşan kir ku polîtîkaya ku dewleta faşîst dimeşîne, polîtîkaya kuştina girtiyên şoreşger di girtîgehê de ye û xwest hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Hevseroka Medkomê jî got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan polîtîkayeke mezin a qirkirin û îmhayê ye ku gelên çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê digire nava xwe û destnîşan kir ku doza Kobanê bi kûmpaseke girêdayî tecrîdê ye.

Nûnera Zora jî wiha got: “Em îro li kolanan in, ji ber ku faşîzma Tirk careke din nîşan da ku ji bo krimînalîzekirina berxwedana Kurd wê serî li her rêyê bide. Êrîşa li ser Tevgera Azadiya Kurd û berxwedana Kurdan, her tim êrîşa li dijî azadiya jinan e. Ji ber ku jin di protestoyan û parastina Kobanê de bi tevlîbûna xwe ya wêrek û xwezayî roleke navendî lîst. Em li Tirkiyeyê li her derê li dijî faşîzmê şer radigihînin, ji ber ku em ê xwe azad bikin, hemû mirovahiyê ji prangayan rizgar bikin.  

Çalakî bi dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Ji hemû girtiyên siyasî re azadî” û “Ji girtiyên Kobanê, Gezî û 1’ê Gulanê re  azadî” bi dawî bû.